Engagera dig!

Bli medlem

Gör ett viktigt ställningstagande som ökar Kristdemokraternas möjligheter att påverka samhällsutvecklingen.

 
 

Donera

Donera till vår valfond

Vill du bidra till ett stort kristdemokratiskt parti i Sverige? Vi behöver ditt stöd för att kunna växa.

 
 
Bild på kristdemokratiska statsråd i regeringen

Our core beliefs - Kurdish (pdf)

Christian Democrats A value-oriented concept party - Kurdish (pdf)

Christian Democrats A value-oriented concept party2 - Kurdish (pdf)

Pirsên dilê me Nordkurdiska

Azadîya hilbijartinê ji bo malbatên bi zarok
Malbat bahatirin heyina me a tevayi ye. Wek îndîvîd di malbatê de bêtir mirov diyar dibe, tê hezkirin û sexsîyetekê werdigire. Ji bo mezinbûn û pêsveçûnê pêwîstîya me bi vê yekê heye. Malbateke lihev û bas, zarok û mezinên bi xwe bawer û bê tirs digihîne. ji bo wê jî dê û bav pir giring in û ji bo rola xwe ya dê û bavtîyê bas bimesînin pêwîstîya wan bi pistgirîyê heye. Ji ber wê yekê ye ku wek partî tenê em dixwazin ku malbat her tim hebe û rewsa wê were parastin.

Kristdemokrat (Xiristiyanên Demokrat) dixwaze pistgirîya malbatan bike neku wan îdare bike. Em ji pêwîstîya zarokan derdikevin rê. Loma ji bo vê yekê em pistgirîya te dixwazin da ku em bêtir ji malbatan re bibin palpist ku bikaribin li ser rewsa xwe ya malbatî ew bi xwe biryarê bidin.

Piranîya malbatên îro dixwazin hîn bêtir wexta xwe bi zarokên xwe re derbas bikin. Ji bo wê Kristdemokrat dixwazin alikariya ji bo lênêrîna zarokan a ku belediye jê berpirsiyar e, dema ku zarok hê biçûk e malbat bikaribe li malê li zarokên xwe binêre û wê alîkarîya xwe jî ji beledîyeyê werbigire.

Li hember wê hem dixwazin sîgorta malbatan yanê roja heqê dêûbavîtîyê bi nirxekî 60 hezar kronî were direj kirin û bibe 300 roj. Ev dê rê veke ku dêûbav bikaribin kêm biçin kar û di wê demê de li malê bi zarokên xwe re bimînin. Her weha em dixwazin alîkarîya zarokan bibe duqat û hê baca wÇê were birîn da ku rewsa aborîya malbatên bizarok jî bastir bibe.

Li dibistanê ewlehî û aramîya xwendinê
Li dibistanan mixabin xwendevan bi tenêmayîn, bi gotinên heqaretan ve rûbirû ne. Kristdemoqrat dixwazin vî tîsti biguherînin. Dibistan divê zanînê rê xwendevanan bide û bi alikariya dêûbavan wanwek hemwelatîyën bi berpirsîyar bigihîne. Û divê li hember tahde û acizkarîyan tolerans tunebe.

Zarok cihê cihê ne, loma divê ku her xwendevan bê ku li sertên wan were nihêrtin, mafê wan heye ku di warê xwendinê de werin nirxandin. Ev berpirsiyariya dibistanê ye ku berê zarokan bidin ferbûna tistên ku bala wan dikisîne û xwendevanan têbigihînin bi wan tistên ku wan bi zaniyarî û sosyal pêsdixe ve mijûl bibin. Hemû xwendevanên ku dibistana destpêkê xelas dike divê bi zimanê swêdi bas bizanibe.

Hertim divê alîkarîya jibo baskirina zanîyarîyê li Swêdê were mesandin. Em dixwazin têkilîya dibistanê û dêûbavên xwendevanan xurt be û bi hev re ji bo pêsketina xwendevanan kar bikin û pistgirîyê bikin. Wek numûne divê dêûbav li gel zarokên xwe bikaribe biryarê bide ku zarokên wan dê li kîjan dibistanê bixwîne.

Lênêrîn, sexbêrî û tedawîya cidî
Kristdemokrat, herdem ji bo lênerîna pîran a bas û cidî têkosîn dide û daye jî. Em li pey bawerîya te ya sîyasî ne ku dixwaze di destê pesî de nirxê însanetîyê digre dest. Em fînansmana hevbes û însanî û ewle ya ji bo nexwesekî an jî xizmên wî diparêzin.

Divê ku bi rêberîya hêjayîya însanan a hêja û tekane kar were mesandin. Ev yek têt wê maneyê ku hemû însan di kîjan temenî de û di çi rewsê de dibe bila bibe mafê wan ê lênêrïn û tedawîyeke layiq û pêwîst heye û tê garantî kirin.

Kal û pîrên bîyaniyan divê ligel an jî nêzîkî kesên ku bi zimanê wan dipeyive re bimînin. Di warê bicihkirina karker û karmendan de jî divê zimanê dayikî yê kal û pîran li ber çavan were giritn.

Em dixwazin garantîya lênerîna bi qiymet û hêja hebe, ji bo wê jî divê li gor pêwîstîyê karmend û karker hebin da ku di warê lênêrînê de kes bi tenê nemîne. Û tu ne rewa ye ku kesek bi tena serê xwe bimîne an jî wefat bike.

Jîyana endustrîyal a ges bextewerîyê jî bi xwe ere tîne
Welatê me, bi kesên jêhatî û têrramanwer û bi îdê tijî ye. Nuha divê siyasetek vân heyîyan têxe jiyanê. Karên ku derfetên nuh vedikin divê werin kirin, divê mecal were dayîn ji bo van da ku karên nuh, sîrketên nuh bi pês bixin. Ew astengên ku li ber wan in divê wer rakirin. Ji bo wê jî partiya Kristdemokrat dixwaze wan qanûnên ku di vî warî de zorîyê derdixinê û dibe asteng rake û rê li pêsketina sîrketên sexsi veke.

Îro xwedîcîhê kar wexta karkerên wan xwe dûrûdirêj nexweþ dinivîsin, mecbûr in qismek ji maasê wan karkeran ew bidin. Ji bo wê jî kesên ku xwedi nexwaþiya dûrûdirêj bin, bi zehmetî kar peyde dikin, loma divê sîrket werin destek kirin da ku karkeran bi cih bikin. Ji bo vê jî divê meseleya hevfînansekirina nexwesiyan were rakirin. Dema nexwesiyê ku ji alî xwedîycihê kar ve tê dayîn divê rabe û bibe hefteyek. Ev jî wê sîrketa hê bi pêsde bibe. Ev yek jî divê bi sermayeya merkezî ya dewletê were kirin.

Bi alikariya peydakirina karên nuh pirtirin xizmetên acîl ji bo nexwesi û lênêrînan dê were kirin.

Zîmanê swêdî û kar jî bo entegrasyonê kilît in
Civatek ji bo kesên cuda deriyê xwe veke ev dewlemendiyek e bo civatê. Wexta ku cudabûna mirovan bibe temamkerê hevûdin wê gavê temametî pêktêt. Lê belê gelek caran em vê ji bîra dikin, di dewsa wê de tirsek dikeve dilê mirovî û ev jî diskrimineringê bi xwe re tîne. Di jiyana kar de, li mahkemeyan û li ber derîyê ciyê kêf û sahîyan ên wek bar û meyaxaneyan meriv bi rehetî vê yekê dibîne. Divê ku li hember vê bi her awayî têkosîn were dayîn.

Pir kulturî nayê wê maneyê ku meriv li hember problemên ku derkevin çavê xwe bigre. Divê ku li gor nirx û hêjayîyên demokratîk, kulturî ya ku di civata me de heye, meriv rûmeta hevûdu bigre û bipejirîne. Em Kristdemokrat ji vê yekê re dibêjin “etîkîya minimûm”.

Zimanê swêdî rê ji bo gelek îmkanên civakî vedike û kilîta bazara kar a swêdê ye. Loma divê ku metoda fêrkirina zimanê swêdî bi pratîka li ciyê kar were temam kirin.

Kêm biyanî hene ku heta pênc salan bikaribin karekî bi dest xin, her li ser kîsê beledîyeyan dijîn.

Meriv çiqas bi civata swêdî re girêdanê bike hewqas sansê meriv a kardîtinê zêdetir dibe. Loma divê ku bêyî ku ew kes mafê wî/wê yê rûnistin û karkirinê hebe an na divê ku ji roja destpêkê bikaribe kar bike.

Bê guman ji bo em bikaribin li hember segregasyonê rawestin divê di warê sênîyên deveran de hin tedbîr werin girtin. Ne ku her grûbek li derekê werin bicihkirin. Loma pêwîstî bi gelek avahîyan heye.

Û divê ku meriv bikaribe îmkanan bi dest xîne ku piranî bikaribin bibin xwedîyê xanîyê xwe.

Di kolan û zîkaken de ewlekarî
Gelek ji ber tecawizkarî û sideta ku rûdidin, ditirsin derkevin der. Gelek qereqolên polîsan hatine girtin. Loma gelek kesên kal û pîr pistî daketina tarîyê ji ber van bûyeran dernakevin der. Ev jî dihêle ku di malê de bi tena serê xwe bimînin, îzole bibin. Divê ku tu kes xwe bitirs his neke û ji ber tirsa tecawizkarî û sêlandinê di navbera çar dîwaran de îzole nemîne.

Loma Partîya Kristdemokratan dixwaze îmkanên têr û tijî ji bo polîsan peyda bike da ku bikaribin rê li ber dizi, sêlandin, ser û pevçûnan bigrin. Bi vî hawayî em dikarin ewlekariyê li nav meheleyan, di kolan û kuçe û malên xwe de his bikin. Divê ku di nav dezgeha polîsîyê de kesên biyanî jî werin bi cih kirin û divê ku li hemû gerek û taxên derdora bajêr hejmara polîsan werin zêdekirin.

Civat divê bi awakî vekirî nisan bide ku li hember rewseke zerûrî laqaydî û pasîvmayin xerab e, divê ku meriv di rewsên acîl de hevkarî û alîkarîyê bike. Ji bo wê jî Partîya Kristdemokratan dixwaze di derheqê wêrîn û cesareta sîvil de qanûnekê derxe da ku di rewsên weha acîl de divê ku her kes bikaribe alîkarîya kesê ku tûsî tecawiz û sidetê dibe bike. Qanûneke weha ew ê însanîyet û dilovanîyê xurttir û sûcdarîyê jî kêmtir bike.

BELÊ! Di 17yê Eylulê de dengê xwe bide me
Li gor min hilbijartina 17yê eylulê guhertina civatê ye. Çi di derheqa dêubavên ku dixwazin wexta xwe hîn zêdetir bi zarokên xwe re derbasbikin, çi ji bo pêsketina zarokan, çi di derheqê pîr û kalên ku dixwazin di atmosfereke xwes de çend gotinên xwes bibihîzin; çi di der heqê nemana diskrîmîneringê de be. Çi di derheqê kêfxwesîya ku sîketek bikaribe li ser piyên xwe bisekine, çi di derheqê pistî liserpiyamayina sîrketekê kar werin peydakirin û tu jî bibî xwedî kar. Ev hemû guhertin lihêvîya me ne.

Tu hilbijartineke giring dikarî bikî. Bi dengdana xwe tu jî dikarî pistgiriya van guhartinan bikî, yan jî rewsa heyî qebûl dikî.

Heger tu jî dixwazî wek min ji bo civatê bixebitî û tu dixwazî di civatê de ewlekarî û bêtirsî hebe, wê gavê divê tu jî dengê xwe bidî me Kristdemokratan.

Göran Hägglund
Serokê Partiyê

 

Kristdemokraterna (Xiristiyanên Demokrat)

Partiyeke fikr û ramana giranbuha
Partîya Kristdemokrat (Xiristiyanên demokrat) ji bo nêrîna hinek grubên civatê bîne zimên çênebû. Ev partî ji bo nêrîna xiristiyanan bîne zimên û daxwazên wan bi etîka xiristiyanî pêk bîne hat sazkirin. Navê partîyê jî nîsan dike ku em nêrînên mirovên xristiyan li ser bingeha nêrîna demokratîk bi cîh dikin, her kesên ku nêrînên me parve dikin bixêr werin nav partîya me.

Partiya nêrîn û ramana giranbuha Partiya Kristdemokrat (Xiristiyanên demokrat) partîyeke rênas a giranbuha ye. Meriv dikare vîzyona wê ya civakî ya rênas û giranbuha weha tarîf bike; Bi bawerîyeke rast û durist û xurt a bi mirovan re dikare civateke hîn bas were avakirin.

Rûmetdana mirovan prensîpa têgihistinê ye
Mafê bingehîn û ê pêsîn ji bo mirovatîyë heqê jiyanê ye. Rûmetdana mirovan wek prensîpa têgihistinê divê li ba hemû siyasetmedaran hebe. Divê ku jiyana mirovî biçûk neyê dîtin û hemû mirov wek hev hêja ne.

Dîtina sexsîbûna mirovan
Sexsîbûna kesan ji bo Kristdemokratan (Xiristiyanên demokrat) alternatîfa kollektîvîzm û îndîvîdualîzmê ye. Û ev tist bi xwe bi heqîqetê re li hev dike. Ji bo me ne ew e ku meriv xwe tenê dûrî tistan bigire û bi ê din ve giredayî nebe. Her weha ne weha bêxwedî û wendayî be di mesandina civatê de. Her <endî her kes cûda ye, Iê belê ji bo pêsketinê jî divê bi hev re bin. Her meriv di sertên cûda de û di ên nebihevve girêdayî de çêbûne. Vatiniya mirovan wek las û wek rûh bi tistên cûda heye. Ji bo wê jî giranîya xebata civakî ya Kristdemokratan (Xiristiyanên demokrat) li ser mirovatîyê ye, li mirovatî û li ser pewîsîtiya mirovan a bi hev re ye.

Dezgeha herî girîng a bi hev re malbat e. Malbat civata herî biçûk e. Di nav vê civata herî biçûk de mirov hînî hezkirin, jihevfêmkirin û têgihîstinê dibe. Her weha fêrî berpirsîyarî û bicîhanîna wezîfeyê jî dibe.

Nemukemelîya mirovan
Nêrîna me ya li ser mirovatîyê ji nuxteya ku mirov dikare karên bas jî xerab jî çêke, derdikeve rê û mirov bi xwe berpirsiyarê kiryarên xwe ye. Mirov dikare tistên bas çêbike. Gava bi lez em çav bavêjin dîroka 1900an, mirov dibîne ku merivekî bi serê xwe karibûye gelek xerabî bike, dikare êsê jî çêbike.

Meriv ne bêqusur e, daxwaza mirov bê sînor e. Ev hissen bê sînor merivan dibe daxwaza ku meriv bibe xwedî soz û hukumkirinê. Meriv bi çewtîyên xwe ve heye. Ji bo ku em bi vê bawer in em nahêlin hinek ji mirovan di nav partiyê de bibin xwedan soz û partîyê bimesînin. Em Partîya Kristdemokrat (Xiristiyanên demokrat) baweriya xwe bi mukemelbûna tistan li cîhanê nayînin. Ev nêrina ku em dizanin hemû mirov dikarin çewtiyan bikin dihêle em bifikirin ku herkes dikare çewtîyan bike û bi wan çewtîyan ve dikarin hinên din destkevtî bin û qezenc bikin.

Lêxwedîderketin
Gotina lêxwedîderketin têt maneya ku mirov ji bo bikaranîn û parastina tistan xwedîyê berpirsiyariyekê ye. Ji dêlva ku wan xerab bike û wan ji hev bixe û bavêje, dikare bikarbîne. Her tistên ku em dikin tesîrê li ser tistên nuha û pêserojê dike. Ev yek di hemû warî de derbas dibe. Bi piranî ji bo aboriya welat û guhdayina derûdorê û jîngehê jî dikevin nav wê. Hetta nuha Partîya Kristdemokrat (Xiristiyanên demokrat) li dijî wê felsefeya ku bi awayekî materyalîstîk nëzîkî jîngehë dibe derketiye.

Ev nêrîna ku heta nuha bi bêberpirsiyarî li hember xwezayê çêbûne; jahrîkirina hewa, av û erdê hatiye mesandin rexne kiriye.

Prensîpa destekkirinê
Ev prensîp pergaleke xebatê ye û naveroka vî tistî ew e ku divê biryar di mustewayê bingehîn de were girtin. Tistên ku malbatê ji xwe re hilbijartiye, divê ku belediye xwe têkilê wê neke. Karê belediyeyan divê di nav belediyeyan de were çareserkirin û neçe heya bi meclîs û hukumetê. Her weha rewsa Swêdê divê li Swêdê were çareser kirin ne ku Yekîtîya Ewrûpayê (EU) wan idare bike. Bi piranî destekdayin divê ne bi îdarekirinê ve giredayî be. Carna meriv dikare pirsgirêkeke herêmî bisîne dezgeheke jortir jî. Bo nimûne ji bo çareserkirina problemeke mezin a jîngehê, problemeke weha dikare di çarçeweyeke ewrûpî û navneteweyî de were çareserkirin.

Prensîpên pistgirîyê
Pistgirî ku bingeha wê ji qaîdeya bextewerîyê hereket dike, dikare wek însanîyet û hezkirinê were tarîfkirin, -her tistê ku tu dixwazî ku însan ji bo te bikin divê tu jî ji bo wan bikî. Li kuderê dibe bila bibe, em dixwazin jiyana hemû însanan, azadî û hêjabûna wan biparêzin. Em dixwazin pistgirîya kesên jar û qels û sitemxwar û tahdedîtî û bindest bikin û di vê riyê de li ser bingeha mafê civakî bixebitin da ku neheqîyan rast bikin. Û hemû basîyên ji bo civatê bi awayekî rasteqîne ji bo civatê pêkbînin. Ji ber ku her kes di nav yekîtîya civatê de tê hesibandin. Ev e prensîpa me ya pistgirîyê.

Kristdemokrat (Xiristiyanên Demokrat)

Partiyeke fikr û ramana giranbuha Bi kurtayî dîroka wê
Partiya Kristen Demokratisk Samling (KDS) di sala 1964an de ava bû. Birger Ekstedt serokê yekemin ê partiyê bû. Pisti mirina Ekstedt -di 1973an de- Alf Svensson bû serokê partîyê û heta 2004an dom kir. Pistî wî jî Göran Hägglund ji bo seroktîya partîyê hate hilbijartin. Di1996an de partîyê navê xwe guhert kir Kristdemokraterna (KD).

Encama hilbijartinê
Demeke dûr û dirêj rewsa partiyê di hilbijartinan de herwek xwe bû. Di navbera salên 1964-1982an de rewsa partîyê di navbera % 1,4 û % 1,9an de bû. Di sala 1985an de partî bi partîya Center re ket hilbijartinan. Di vê hilbijartinê de partîyê zêdetir deng girt û gehist % 2,6 û bi parlamenterekî ket meclîsê ku ew jî Alf Svensson bû. Di hilbijartina 1988an de partîyê çalakîyên xwe yên hilbijartinê dan rawestandin, her çendî %2,9ê dengan girt jî lê neket meclîsê. Di hilbijartina 1991an de dengên partîyê gehîst %7,1 û 26 kes hatin hilbijartin. Partîyê di vê peryodê de li gel Center, Folkpartî û Moderatan di hukumetê de cih girt. Kristdemokratan di hukumetê de sê wezaret girtin; Alf Svensson bû wêzire alîkarîyê û cîgirê wezîrê karûbarê derve, Inger Davidson wezîrê civakî û Mats Odell bû wezîrê ragihandinê. Di hilbijartina 1994an de partîyê % 4,1ê dengan girt û bi 15 kesan ket parlamentoyê û partî dîsa bû partîya muxalefetê. Di hilbijartina 1998an de partîyê %11,8 dengan girt û 42 kesên kristdemokrat ketin parlamentoyê. Di hilbijartina dawî de, ya sala 2002an de, Kristdemokratan % 9,1ê dengan girt û bi 33 kesan ket parlamentoyê. Hîn ji dema destpêka avabûna partiye de partîyê li gelek beledîyeyan berpirsiyarî girt. Ev berpirsyarî û temsîlkarî her ku çû roj bi roj zêdetir bû û ne tenê di beledîyeyan de her weha di meclîsa wîlayetan de jî. Bi vî awayî partî bû xwedîyê kompetenseke siyasî ya pêbawer a hilbijartî û hînbûna parlamenterîyê. Partîya Kristdemokrat îro bi nûnerekî xwe di nav Parlamentoya Yekîtîya Ewrûpayê (EU) de jî cih digire.

1987 - programeke nuh navekî nuh
Di 1987an de partîyê di programa xwe de guhertineke tevayi çêkir û nâvê xwe jî guhert, kir Kristdemokratiska Samhällspartiet (Partîya Civakî ya Kristiyanên Demokrat); bi kurtî KDS. Di

1993an dde di programê de guhertineke nû çêbû. Di 1996an de dîsa navê partîyê hat guhertin îcar bû Kristdemokraterna. Sembolê partiyê jî li ser zemînekî sînê tarî, gula nîsanokê (vitsippa) ye. Programa îroyîn a partîyê jî di hezîrana 2001ê de di celseya gistî ya li Piteåyê hate pejirandin. Partî ji 1984an û vir de endamê Krîstiyanên Demokratên Navneteweyî(CDI) ye. Di 1995an de parti bû endameke giring a EPPyê ku hemû partîyên kristdemokratên Ewrupa li wir dicivin.

Pirsên herî giring
Partîyê profîla xwe li ser bingeha tistên bas ên exlaqî avakiriye, ku ev yek ji bo civateke bas, di bingeha malbat û dibistanan de, di lênêrîna pîran û nexwesan de û di warê pistgirîya navneteweyî de maneyeke xwe ya giring heye.

Organîzasyona me 
 Partîya Kristdemokrat, partîyeke siyasî ye, li gel rêxistinên xwe yên curbecur ên wek Yekîtîya Ciwanên Krîstîyan ên Demokrat (KDU) Yekîtîya Jinên Krîstîyan ên Demokrat, Yekîtîya Mezinên (Senior) Krîstiyan ên Demokrat bi hevre ji bo civateke demokratîk a ku bi çav û nirxandina bingeha krîstîyanîyê li însanîyetê dinêre, xebatê Îro Kristdemokrat xwedîyê 24000 endaman in. Organizasyona me ji sê besan pêkhatiye besê mehelli (wek ên belediyeyan) besê herêmi (wek ên wilayetan) besê hemu welêt (wek meclis). Desthilatdarî bi destê endaman têt mesandin. Endametî ji rêxistina herî biçûk heta bi ya navendî dibe, ev yek jî hemû bi pêsniyaz û biryarên endaman dibin. Mafê hemû endaman heye ku dîtin û pêsniyazên xwe yên di warê siyaseta partîye de bi devkî bi nivîskî pêskêsî partîyê bikin. Hemû nêrin di kongreyê de tên munaqese kirin.

Besê mehellî
Girêdana her endamekî bi sûbeyekê (besekî mehellî) re heye, bi taybetî jî ya devera ku ew lê dijî. Bilindtirîn organa mehelli civîna salane (kongre) e. Mafê hemû endaman heye ku di civina salane de besdar bin; pêsniyarên xwe bînin û dengê xwe bidin. Di civîna salane de rêveberîya rêxistina besê mehellî tê hilbijartin ku karûbarên sûbeyê di navbera du kongreyan de bi rê ve dibe. Di civîna salane de delegeyek ji bo kongreya herêmê tê hilbijartin. Wezifeya besê mehelli ew e ku karê belediyeyê bimesîne, girêdana endaman çêke, zemîna xebatê ji bo Partîya Krîstdemokrat hazir bike, kursên perwerdeyîyê amade bike, çalakîyên cûrbicûr pêk bîne. Ji karê komiteya mehelli yek ji ew e ku ew biryarê didin da ku li ser navê partîyê kî yê têkeve beledîyeyê. Komiteya mehelli karê ku bi biryara endaman hatine tesbît kirin, dixin jiyanê û wan karan bi cih tînin.

Rêxistina herêmî
Hemû besên mehelli dikevin bin siya herêmekê. Bilindtirin organa herêmî ku biryaran digire civîna salane (kongre) ye. Mafê hemu endaman heye ku besdarî civîna salane bibin pêsniyarên xwe pêskêsî kongreyê bikin, Lê mafê hilbijartinê tenê ji bo yên ku di civînên mehelî de hatine tesbîtkirin heye. Di rêxistina herêmî de komîteya rêveber ji karûbarên herêmî û ya wîlayetan berpirs e. Kesên ku li ser navê partîyê dê di meclîsa wîlayetê de cih bigrin jî ji alî vê komîteyê ve ji nav delegeyan tê hilbijartin. Her weha di van civînên salane de delegeyên ku dê besdarî kongreya gistî ya partîyê bibin jî tên hilbijartin.

Karê komiteya rêveber a herêmê ew e ku biryarên ku di civinên salane de hatine girtin bixin nav jiyanê. Besê herêmî ji bo peydakirina endaman ji besê mehelli re dibin pistgir. Kûrsên perwerdeyê amade dike, çalakiyan pêk tîne karûbarên beledîyeyan dimesîne. Weki din wezîfeyên ku rêxistineke mehellî ji bin dernekeve, li gel hin rêxistinên din ên mehellî rêxistina herêmî li gel wan wezîfeyan çareser dike û kar dimesîne. Dema hilbijartinê rêxistina herêmî karûbarê hilbijartinê ya herêman bi rê ve dibe, û hemû peywendî û girêdanên di navbera hêrêman de û ya bi partîyê dimesîne. Di her besekî herêmî de sekreterîyek (kansli) heye û di piraniya herêman de karmend hene ku ji wan re dibêjin nûner/wekîl (ombudsman).

Rêxistina navendî
Organa herî bilind a biryardar a partîyê civîna gistî ya salane ye ku her sal hefteya pistî cejna nîvê havînê (midsommar) çêdibe. Civîna gistî ya salane bi 300 delegeyên bi selehîyeta hilbijartinê, biryarê li ser sîyaseta partîyê didin û komîteya rêveber a partîyê hildibijêrin. Komîteya rêveber a partîyê heta kongreyeke din a gistî partîyê bi rê ve dibe û serokê komîteya rêveber jî lîderê partîyê Göran Hägglund e. Rêveberîya partîyê berpirsiyarîya siyaseta gistî ya partîyê dike. Pêsveçûna rêxistinî ya partîyê bi alîkarî û pistgirîya xebata besên mehellî û herêmî tê xurt kirin. Ji bo bi rêvebirina van karan li Stockholmê li Gamlastanê kanslîyeke (ciyê partîyê yê sereke) heye. Her sal di meha 10an de meclîsa partîyê dicive. Di nav wan de nûnerên herêmî û rêveberîya partîyê cih digre. Ev meclîs wezîfeya wê ew e ku li ser budçeya partîyê, çalakîyên partîyê û li ser bernameya hilbijartinê biryaran bistîne. Her weha pêsniyarên ku li ser partîyê ji ciyên curbecûr hatine dixe rojevê li ser wan biryaran digire.